Îran bi 50-100 IHA yên kamikazi (dron) êrîs bir ser Îsraîlê
PeyamaKurd – Îranê bi 50-100 İHAyan êrîşê bir ser Îsraîlê. Dronên Îran bikartîne yên kamikazine ku yek car li hedefa xwe dixin û îmha dibin. TV ya dewletê ya Îranê KANN ragihand ku êrîşa Îranê destpêkiriye û di navbera 50-100 dronên kamikaziyê şandiye axa Îsraîlê.
Li gor agahiyan tên gotin ku İHA ji Iraqê bi hewa ketine lê li gor hinek agahiyan; Îranê seha hewayî ya Iraqê bikaraniye. Iraq, Îsraîl, Urdin û Îran seha xwe ya hewayî ji balafiran re girtin.
Li ser êrîşê serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu daxwuyanî da û got:
“Dewleta Îsraîlê û artêşa Îsraîlê xwurt e. Xelkê Îsraîlê xwurt e. Em ê bi hevre li ser piya bimînin û bi îzna Xwedê em ê dijminên xwe têkbibin. Em li hemberê her rewşê amade ne. Kî zerarê bide me em ê zerara mezin bidin wan.”
Îranê got ku her kîjan dewlet seha xwe ya hewayî bi Îsraîlê bide bikaranîn, wê bersiva wan bidin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku wê İHAyên Îranê dereg bigihên axa Îsraîlê û wê bi seetan dewam bike û weha dewam kir:
“Îran êrîşa bi dronan ya ser Îsraîlê da destpêkirin. Sîstema bergiriya hewayî amade ye. Heya İHA bigihên Îsraîlê wê bi seetan dewam bike. 7 û 9 seet tên hesabkirin. Em nizanin çend seet berê bi hewa ketine. Di wexta talûkê de wê sîren dengê hawarê bidin. Dema hatin, em ê hewl bidin da li wan bixin. Lê dibe çend heb ji wan ji destê me xelas bibin. Ji ku derê bi hewa ketin, li gor me ew jî ne zelal e.”