Cîhan
Îran: Cezayê darvekirinê li girtiyekî Kurd birî
PeyamaKurd - Ajansa Mîzan a ser bi desthilata dadweriyê ya Îranê ragihand ku Dadgeha Bilind cezayê darvekirinê li ser Arman Merûfî yê 38 salî yê xelkê Seqizê erê kiriye.
Ev ceza ji ber beşdarbûna di serhildanên giştî yên Çileyê (2026) de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve hatibû birîn.
Di heman dozê de, kesên bi navê Mîhrdad Mihemedniya û Neşkan Malikî di meha Gulanê de hatibûn darvekirin.
Li aliyê din, hate ragihandin ku Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê jî cezayê darvekirinê li ser sê girtiyên din ên serhildanên heman demê sepandiye.
Yek ji wan ciwanekî 23 salî bi navê Metîn Ferniyane ye ku bi tometa "şerê li dijî Xwedê" hatiye tawanbar kirin, di demê de ku nasnameya du girtiyên din hîn tê şopandin.