TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran daxwaza avakirina koalîsyona “Kendav a Basrayê” dike

Admin M
Nivîskar
📅 24 îlon 2019 00:36

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf bi sedema civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî li New Yorkê ye û îro bo çapemeniyê plana serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ya di derbarê avakirina koalîsyona ‘Kendavê ya Basrayê’ de fikrên Rûhanî ragihand.

Hesen Rûhanî piştî ku Amerîka xwest li kendavê koalîsyoneka bi hêz avabike da ewlekariya Kendavê temîn bike, niha ew jî plana xwe da pêş. Li gor ragihandina ajansa Tasnim ê ya Îranê Zarîf, plana Rûhanî weha ragihandiye:

“ Li Kendava Basrayê mirov dikare di serî de di navbera Îran, Iraq, Erebistan a Si’ûdî, Bahreyn, Emarat, Qatar, Umman û Kuweytê de koalîsyonê ava bike. Hetta Yemen jî dikare di nav de be. Bihura Hurmizê bo me girîng e û ciyekî stratejîk e. Fikra serokkomar ya di derbarê koalîsyonê û ‘Hewldana Aştiya Hurmizê’ bo me, mijareka girîng ya ku em li serê radiwestin.”

Serokkomarê îranê Rûhanî di çarçoveya heman bermê de, berya here Nêw York ê ragihand ku dê bo ewlekariya Kendava Basrayê, plana ‘Hewldana Aştiyê ya Hurmizê’ ragihîne û temamê dewletên herêmê dawet bike da tevlî planê bibin.

Parve bike: