TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Di 24 saetan de 15 keştî di Hurmizê re derbas bûn

Admin H
Nivîskar
📅 01 hezîran 2026 19:30

PeyamaKurd - Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê ragihand ku di dema 24 saetên dawî de, destûr hatiye dayîn ku bi giştî 15 keştî di Tengava Hurmizê re derbas bibin ku di nav wan de 4 tankerên petrolê jî hene.

Di daxuyaniya artêşê de hat diyarkirin ku ev derbasbûn hemû piştî standina destûrên fermî û di encama kordînasyoneke tam a ligel hêzên deryayî yên Îranê de bi rê ve çûne.

Îran bi rêya vê daxuyaniyê dixwaze di dema rageşiya ligel Amerîkayê û dorpêça deryayî de, destnîşan bike ku kontrol û serweriya wê li ser Tengava Hurmizê berdewam dike.

Artêşa Pasdaran herwiha hişyariyeke tund da hemû keştiyên ku bi rêya hêzên Amerîkî û hevalbendên wê derbas dibin û ragihand ku her cûre hevkariya ligel "hêzên dijmin" wekî gefeke nêzîk a ewlehiyê tê nirxandin.

Parve bike: