Cîhan
Îran: Heta şertên me neyên bicihanîn wê danûstandin tune bin
PeyamaKurd - Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rizayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê aloziya bi DYAyê re daxuyaniyek da.
Rizayî bal kişand ser daxuyaniyên Serokê DYAyê Donald Trump û got ku peyamên dijber ên ji "tune-müzakere" heta "em amade ne" divê kesî nexapînin.
Rizayî destnîşan kir ku şerê li dijî Îranê hevsengiyên bazirganiya petrolê û tengavên deryayî bi temamî guhertiye û got: "Heta ku şert û mercên Îranê neyên bicihanîn, dê ti danûstandin tune bin. Xelas!"