Îran: Hurmiz tenê ji bo dijminan girtî ye
PeyamaKurd - Nûnerê Daîmî yê Îranê li Rêxistina Navneteweyî ya Keştîvaniyê Seyîd Elî Mûsewî, ragihand ku Tengava Hurmizê ne girtî ye û vekirî ye, lê tenê ji bilî "dijminan".
Mûsewî diyar kir ku ji bo parastina ewlehiya keştî û swaran, divê pêşwext Îran were haydarkirin û hevahengî bi aliyê wan re bê kirin. Tevî ku bal kişand ser bijardeya diyalog û dîplomasiyê Mûsewî destnîşan kir ku ya herî girîng rawestandina êrîşên li ser welatê wan e.
Gefên navneteweyî û krîza enerjiyê
Li aliyê din, daxuyaniya Îranê piştî gefên tund ên Serokê Amerîkayê Donald Trump tê, ku 48 saet wext dabû Tehranê ji bo vekirina tengavê û gefa wêrankirina navendên enerjiyê xwaribû. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî diyar kir ku bi bombeyên giran şiyana Îranê ya li tengavê lawaz kirine.