Îran: “Kes nikare Erebistana Sa’ûdiyê biparêze”
PeyamaKurd – Li ser Peymana Mekke ya ku di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Sa’ûdiyê de hat îmzakirin û di peymanê de xala ku her êrîşeka here ser welatekî ji her sê welatan, wê weka ku çûbe ser temamê welatan bê qebulkirin, Îranê nerazîbûna xwe nîşanî peymanê da.
Şêwirmendê lîderê dînî yê Hamaney Muhsin Rezayî ragihand ku peyman wê nebe ewlehiya Erebistanê û bang li Riyadê kir ku siyaseta xwe biguhêre.
Muhsin Rezai, ragihandina xwe di ser hesabe xwe yê medya civakî de kir. Rezayî got:
“Îmzakirina peymanê bi Tirkiyê û Pakistanê re ewlehiya Erebistanê nake. Li şûna peymanê divê Riyad siyaseta xwe biguhêre.”
Di şerê navbera DYA û Îranê de, Îran êrîşê ser balyozxaneyên DYAyê yên li Erebistanê dikir û her weha hevkarê Îranê Hûsî jî li balafirgeh û sehayên petrolê yên Erebistanê dixistin. Niha Erebistan dixwaze bergiriya xwe û hevkariya xwe ya li dijî van êrîşan xwurt bike.
Li gor ragihandina çapemeniyê; rayedarekî Erebistanê ku nexwestiye navê xwe aşkera bike, gotiye ku îstîxbarata Amerîka, Erebistanê û yên welatên li Rojhilata Navîn tesbît kirine ku Hûsiyên Yemenê û mîlîsên Iraqê ku di bin fermana Îranê de ne, dê bi koordine êrîşan bibin ser Erebistanê.
Rayedar gotiye ku êrîşên dê bibin wê li ser avahiyên enerjiyê, lîman û balafirgehan bin.