Îran kete dû heyfa Salih Elî Semmad
PeyamaKurd- Hat îdîa kirin ku di êrîşeke hêzên Yemenî li ser baregeha Siûdî li sînorê Erebistan û Yemenê de herîkêm şeş (6) eskerên Siûdî hatin kuştin.
Li gorî nûçeya kanala El Mesîreyê hat îdîa kirin ku di êrîşeke vê sibehê li ser çeper û baregehên eskerî yên Erebistana Siûdiyê li navçeya sînorî ya El Hedê li başûrê Erebistanê de, 6 esker hatin kuştin hejmarek jî birîndar bûn û baregeha wan ji nav çû.
Yekîneya moşekî û hêzên gelanî yên Yemenê duh çeper û baregehên çekdarên siûdî li navçeya Cîzanê li başûrê Erebistanê bi heşt moşekan dan ber êrîşê.
Êrîşên moşekî yên artêş û hêzên gelanî yên Yemenê wek berteka li hemberî êrîşa roja Şemiyê ya firokeyên şer yên Siûdî li ser Senaya paytexta vî welatî û li bereberê merasima cenazê ya Salih Elî Semmad serokê Koneya Bilind a Siyasî ya Yemenê pêk hat.
Hêzên yemenî wek berteka li hemberî êrîşên çeper û baregehên Erebistana Siûdî li Yemenê û li nav axa Erebistanê didin ber êrîşê.