TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Li ser jinan, sepaneke gistî dest pê kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2023 20:30

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, polîsê Îranê li seranserê welêt li dijî binpêkirinên hikumê sergirtinê, li dijî jinan sepanek da destpêkirin.

Hat diyarkirin ku Berdevkê Polîsên Îranê Seyîd Muntezer El-Mehdî da zanîn ku wan ji bo têkoşîna li dijî jinên ku hikumê sergirtinê binpê dikin, dest bi sepaneke giştî kiriye.

Mehdî di derbarê hûrgiliyên vê sepanê de got ku "Li seranserê welêt li dijî kesên ku bi israr îxlalê dikin dê dewriyeyên maşînî û peyarêtiyê bên avakirin. Ev kesên ku îxlalê dikin, dê ji aliyê polîsan ve bên hişyarkirin. Heke guh nedin hişyariyan, kesên mijara gotinê dê sewqî dadgehê bên kirin.”

Her wiha Berdevkê polîsan ji jinan xwest ku di vê mijarê de alîkariya polîsan bikin.

Parve bike: