Cîhan
Îran | Li Xorosanê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li Xorosanê erdhejeke bi hêza 5.2 pileya rîxterê çêbû navenda erdhejê nêzîkî bajarê Qoçanê yê Kurdnişîn e.
Erdhejeke bihêz her du parêzgehên Xorasana Rezewî û Bakur li bakûr rojhilatê Îranê hejand û Qaymeqamê Qoçanê diyar dike: “Eger heye xesar hebin” û tekez kir, “Xelkê bajar hemû derketiye derve.”
Navenda erdhejê nêzîkê bajarê Qûçanê yê Kurdnişîn e li parêzgeha Xorasana Rezewî. Nêzîktirîn bajarê din li wê erdhejê, bajarê Bêcnûrdê ye ku ew jî bajarekî Kurdnişîn e.
Erdhej bi hêza 5.2 pileya rîxter e û her du parêzgehên Xorasana Rezewî û Bakurî hejand. Xelkê bajarê Qûçanê bi temamî derketine derve.
Qaymeqamê Qûçanê Emîr Riza Meratî destnîşan dike, tîmên hewarçûnê di amadebaşiyê de ne bo egera zerar û ziyanan