TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Me bi Amerîkayê re li ser rakirina dorpêçan li hev kir!

Admin H
Nivîskar
📅 14 hezîran 2021 20:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya danûstandinên Vîyenayê yên derbarê vegera li Peymana Nukleerî de, Îran û Amerîkayê li ser rêkeftina pêşnûmeyî ya rakirina dorpêçên babeta enerjiyê de li hev kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got ku di hevdîtinên Vîyenayê de wan li ser pêşnûmeya rakirina dorpêçan rêkeftine ku rakirina dorpêç û cezayên bazirganî û aboriya Îranê sînordar dikin li xwe digire.

Xetîbzade gotiye, hê jî hin pirsgirêkên teknîkî berdewam dikin, lê dorpêça ser sînordarkirina bazirganiyê hatiye rakirin.

Parve bike: