Cîhan
Îran: Mercên me bên qebûlkirin, em ê Hurmizê di 7 rojan de vekin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li New Yorkê di çarçoveya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de daxuyaniyek da û diyar kir ku eger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hin mercên wan bi cih bîne, ew amade ne Tengava Hurmizê di nava 7 rojan de ji bo trafîka deryayî vekin.
Eraqçî da zanîn ku wan ji bo destpêkirina nû ya muzakereyan planek danîne ber destê Amerîkayê.
Eraqçî herwiha got ku ev merc ne tiştekî nû ne, ew heman şertên ku di "Memoranduma Îslamabadê" ya mehên berê de cih girtibûn in.
Hêjayî gotinê ye, tevî pêşniyara Îranê, rêveberiya Trump berê dabû xuyakirin ku ew naxwazin vegerin ser mercên wê peymana ku di meha tîrmehê de betal bûbû.