Cîhan
Îran rêjeya leşkerên xwe yên di êrîşên dawî yên Amerîka de mirine ragihand
PeyamaKurd – Çapemeniya Îranê rêjeyên leşkerên Îranê ku di êrîşên îşev yên artêşa Amerîka de hatine kuştin ragihand. Artêşa Amerîkayê îşev li bajarên Buşehr û Bender Abbasê xist û di êrîşan de 8 leşkerên Îranê mirin.
Ragihandina encama êrîşên DYAyê yên ser her dû bajarên Îranê, bi taybetî ji aliyê ajansa IRNA de hat ragihandin. 8 leşkerên hatine kuştin ji yên hêzên hewayî û deryayîne.
Di xeberê de navên lşekeran hat ragihandin û artêşa Îranê gotiye heya dawiyê dê di ber xwe bidin û dê tola xwe bistînin.