TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran: Têkiliyên me bi Tirkiyê re di asta ku em dixwazin de ne

Admin M
Nivîskar
📅 14 îlon 2026 14:36

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Bekayî ragihand ku di medyayê de, di mijara têkiliyên Îranê bi welatên cîran re, tiştnên neyînî dibêjin û armanca wan ew e ku li herêmê alozî derxin.

Bekayî ragihand ku têkiliyên Îranê bi Tirkiyê re di her sehayê de taybetin û di mijara tekiliyên her dû dewletan de got ku li ser rejîma Îsraîlê ku dixwaze desthilatê deyne ser welatan, hemfikre û endîşa wan yek e.

Bekayî, her weha behsa Yemen, Çiyayê Kazmayê û Tengava Hurmizê kir. Bekayî ragihandinên xwe di civîna heftane ya çapemeniyê de ragihand û bersiva rojnamevanan da. Bekayî li ser Yemenê got:

“Îran mudaxeleyê meseleyên Yemenê nake. Em pêşniyar dikin ku welatên herêmê rastiyan bibînin.”

Bekayî, li ser mijara Çiyayê Kazmayê got ku Trump dibêje xebatên nuklerî yên Îranê li çiyayê Kazmayê hene lê armanca gotinên Trump ew e ku perçeyekî ji şerê deruniye. Li Çiyayê Kazme xebatên Îranê yên nuklerî tine.

Bekayî, li ser mesela civîna Maksatê ya li Ummanê jî got ku Erebistana Sa’ûdiyê xwestiye civînê paşde bixin ku dê civîn di 14ê Êlûnê de bihata kirin.

Parve bike: