Îran û Amerîka roja Sêsemê dest bi danûstendinên ne rasterast dikin
PeyamaKurd – Di derbarê rêkeftina atomî de, Îran û Amerîka roja Sêşemê li Viyanayê, dest bi danûstendinên ne rasterast dikin.
Roja Sêşema bê li paytexta Awûstûrya Viyanayê careke din Îran û Amerîka li ser rêkeftina atomî de dest bi gotûbêjên ne rasterast dikin. Rêkeftina ku di 2015an de di navbera Îran û hejmarek ji welatên zilhêz de hatibû îmzekirin, yek ji wan Amerîka bû.
Ev gotûbêj bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê dê birêve biçin.
Berpirsekî pile bilind ê Yekîtiya Ewropa yê ragihand armanc ji wan gotûbêjan ew e ku ew di heyama du mehan de di navbera Amerîka û Îranê bigihêjin rêkeftinekê.
Çavkaniyeke diplomasî yê Yekîtiya Ewropayê da zanîn, Îran û Amerîka dê li heman bajarî bin lê ne di nava yek odê de bin.
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di 2018an de ji rêkeftina atomî ya ligel Îranê vekişiyabû û careke din ceza bi ser Îranê de sepandibû.
Lê serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden hewl dide ligel Îranê careke din vegere wê rêkeftinê , lê di destpêkirina danûstandinan de Îran û Amerîka li benda hev dimînin kî ji wan destpêşxer be.