TR KU SO
FB X
Cîhan

Îran û Iraqê rufatên 31 leskerên kustî yên 30 sal berê bi hev guherandin

Admin H
Nivîskar
📅 06 cotmeh 2021 20:35

PeyamaKurd - Iraq û Îranê îro 6ê Cotmehê rufatên leşkerên xwe yên kuştî li Deriyê Sînorî yê Şelamçe yê li parêzgeha Besrayê bi hev guherandin.

Bi çavdêriya Xaça Sor a Navdewletî, îro Çarşemê rufatên 11 serbazên Iraqî û 20 serbazên Îranî ku di şerê heşt salan ê navbera her du aliyan de hatibûn kuştin, hatin pevguherandin.

Lijneya Xaça Sor a Navdewletî diyar kir; rêxistina wan serperiştiya pevguherandina rufatan kiriye, ku zêdetirî 30 sal in şerê navbera Iraq û Îranê bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin; hîn jî bi hezaran malbat li benda vegerandina rufatên xizmên xwe ne.

Hat eşkerekirin ku lijneya wan piştevanîkirina wan malbatên ku li benda vegerandina xizmên xwe ne didomîne.

Parve bike: