Îran û Pakistan: Di civînên Dohayê de pêşketin çêbûn
PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Pakistanê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku navbeynkar (Pakistan û Qeter) li Dohayê bi aliyên Îranî û Amerîkî re civînên cuda li dar xistine. Wezaretê da zanîn ku der barê nîqaşa metna lihevhatinê de ku li Îslamabadê hatiye îmzekirin û piştre jî lûtkeya li Swîsreyê hatiye lidarxistin de pêşketinên erênî çêbûne.
Wezaretê destnîşan kir ku lihevkirin çêbû ku di demeke nêzîk de anku piştî merasîma veşartina cenazeyê rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî ku tê texmînkirin ji 4‘ê Tîrmehê heya 9‘ê mihê dewam bike, muzakere careke din werin destpêkirin.
Wezaretê Karên Derve ya Qeterê jî ragihand navbeynaran civînên cuda yên bi muzakerevanên Amerîkî û Îranî re bi dawî kirin. Wezaretê îşaret pê kir ku pêşketin di nîqaşên girêdayî metna peymanê ya li Îslamabadê de hatiye îmzekirin çêbûne.
Rojên sêşem û çarşemê bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê lihevkirinek di navbera rayedarên Îran û Amerîkayê de li Dohayê pêk hat.
Cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ku serokatiya şandeya Îranê dike, destnîşan kir ku lihevkirin li ser avakirina "kanala peywendiyan" çêbû û anî ziman ku çarenûsa pereyên Îranê yên cemidandî yên li derve rojeveke civînê bû.
Her wiha roja Sêşemê nûnerê Amerîkayê Steve Wittkopf û Jared Kushner serdana Dohayê kir û bi serokwezîr û wezîrê karên derve yê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdurehman El Thanî re civiyan. Pêşkeftinên herî dawîn ên di dan û standinên berdewam ên di navbera DYA û Îranê de nîqaş kirin. Lê beşdarî hevdîtinên di navbera Îran û DYA‘yê de nebûn.