Cîhan
Îran vê carê Awrûpayê tehdîd kir
PeyamaKurd- Îran vê carê Awrûpayê tehdîd kir. Tehdîd ji aliyê serokê olî yê Îranê Ayetullah Hamaney ve hat kirin. Hamaney got; eger Awrûpa soza kirîna petrolê nede û li hemberê biryara dorpêçên Amerîkayê ranebin, wê car din dest bi bernameya sîlihên nukleerî bikin. Hamaney weha got:
“ Eger Awrûpayî di bicîhanîna daxwazên xwe de teredutê bikin, mafê Îranê jî heye ku bernameya nukleerî dewam bikin.”
Hamaney got ku nema ew bi Amerîka re têkiliyan datînin.