Cîhan
Îran: Wê Yekîtiya Ewropa bedelê bêdengmayînê bide
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî ragihand ku heke welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li hemberî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê bêdeng bimînin, "dê zû yan dereng bedelê vê yekê bidin."
Îsmaîl Bekayî ji weşana Spanî TVEyê re axivî û bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û helwesta welatên Ewropayê ya li hemberî şer. Bekayî destnîşan kir ku bêdengiya Ewropayê ya li hemberî êrîşên li ser axa Îranê, dê di paşerojê de ji bo wan bibe sedema zirareke mezin.
Herwiha Bekayî, li ser ji nav Îranê ve avêtina moşekan bi ser Tirkiyê de jî red kir.