Cîhan
Îranê 16 jin bi tometa DAISî ceza kirin
PeyamaKurd - Mehkemeya Îranê 16 jinên welatiyên Îranê bi tometa ku li Sûriyê beşdarî DAIŞê bûne û vegeriyane mehkûm kirin.
Li gor ajansa nîvfermî ya Îranê Tesnîmê, Mehkemeya Înqilaba Îslamî li Tehranê, bi tometa endamtiya DAIŞê 16 jin mehkûm kirin.
Li gor xeberê dadgeha Tehranê, îdîa kiriye ku van 16 jinan li Sûriyê pêwendî bi DAIŞê re girêdaye, perwerdeya eskerî girtiye û piştre vegeriyane Îranê.