Îranê bang li Kuweytê kir ku 4 welatiyên wan serbest berde
PeyamaKurd – Kuweytê li Kendava Basrayê 4 welatiyên Îranê girtibû û ew xistibûn binçav. Li ser rûdanê wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi bang li Kuweytê kir ku her 4 welatiyên wan serbest berde û mafê xwe yê rewa yê bersivdanê jî di dest de dihêlin.
Rayedarên Kuweytê jî dibêjin ku bi niyeta dijminane her 4 welatiyên Îranê çûne welatê Kuweytê. Abbas Arakçi di mijarê de got:
“Kuweytê bi awayekî ne rewa êrîş bir ser tekna me ya li Kendava Basrayê kir û 4 welatiyên me girt. Ev kiryar li nêzî girava ku DYA dixwaze êrîş bike serê qewimî. Em daxwaz dikin ku yekser welatiyên me berdin. Mafê me yê bersivdanê heye.”
Wezareta karên navxwe ya Kuweytê çend roj berê ragihandibû ku di tekneyekî Îranê de 6 kes hebûne û li nêzî girava Bubiyan xwestine bikevin na Kuweytê.
Di navbera hêzên Kuweytê û 6 kesan de şer derketiye, leşkerekî Kuweytê birîndar bûye, 2 kes reviyane û 4 kesên Îranî hatine girtin.
Kuweyt dibêje bi armanca dijminane xwestine bikevin nav axa Kuweytê û têkiliyên wan bi artêşa Îranê re hene lê îran qebûl nekir û got ku di navîgasyona wan de ariza hebûye û lewra rêya xwe şaş kirine.