Cîhan
Îranê baregeha Amerîkayê ya li Îngîltere tehdîd kir
PeyamaKurd – Artêşa Îranê ragihand ku balafirên bombebaranê yên tîpa B-1 ji balafirgeha Îngîltere ya bi navê Fairfordê radibin û êrîşê Îranê dikin, ji bo Îranê ‘hedefa rewaye’.
Artêşa Îranê bertekê nîşan da ku çima Îngîltere îznê dide Amerîkayê da baregehê bikarbîne. Îranê got ku dema stokên fuzeyên seyrê yên di keştiyên Amerîka de ku li Okyanûsa Hindê bûn qediyan, vê carê balafirên tîpa B-1 yên bombebaranê ku ji baregeha Îngîltere ji ya Fairfordê bi hewa ketine û Îranê bombe kirine. Di daxwuyaniya artêşa Îranê de weha hat gotin:
“Weke çawa wezareta karên derve daxwuyanî da, her baregeha ji bo êrîşa me bikarbînin, hedefa me ya rewaye.”