Cîhan
Îranê baregeheke Amerîkî li Erebistana Siûdî kir hedef: 12 leşker birîndar bûn
PeyamaKurd - Di meha yekem a şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Tehranê duh bi şev li hêzên Amerîkî yên li herêmê xist.
Li gorî raporên medyaya Amerîkî, Îranê bi mûşek û gelek dronan êrîşî Baregeha Hewayî ya Prens Sultan a li Erebistana Siûdî kiriye. Di encama êrîşê de herî kêm 12 leşkerên Amerîkî birîndar bûne ku rewşa du ji wan giran e.
Hat ragihandin ku mûşek û dronan avahiyek ku leşker lê bûn û her wiha gelek balafirên sotemeniyê kirine hedef.
Tevî ku sîstemên parastinê yên Erebistana Siûdî berê êrîşên bi vî rengî asteng kiribûn, vê carê Îranê karî baregehê derbas bike. Ev geşedan wekî nîşaneya kûrbûna aloziya leşkerî ya li Rojhilata Navîn tê nirxandin.