Cîhan
Îranê bersiv da pêsniyara Amerîkayê
PeyamaKurd – Cîgirê Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê General Yedullah Cevanî, li ser pêşniyara Amerîkayê ya gotûbêjên nû axivî.
Cevanî got, “Bi Amerîkayê re gotûbêj çênabin, amerîkî newêrin gaveke leşkerî li hemberî me bavêjin.”
Generalê îranî ji Ajansa Tesnim a Îranê re ragihand ku ew teklîfa Serokê Amerîkayê Donald Trump a gotûbêjên nû qebûl nakin.
Cevanî diyar kir ku Amerîka dorpêç û ambargoyan dixwaze Îranê bikişîne maseya gotûbêjan.