TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê bersiv da Trump: Em ê êrîşî binesaziya enerjiyê bikin

Admin H
Nivîskar
📅 01 tebax 2026 12:01

PeyamaKurd - Berpirsekî bilind ê ewlehiyê yê Îranê ji ajansa "Tasnim"ê re ragihand ku li dijî her cûre "pêngaveke dînane" ya Amerîkayê, wan planeke berfireh a bersivdayînê amade kiriye.

Berpirsê Îranê bal kişand ser gefên êrîşeke berfireh ên Serokê Amerîkayê Donald Trump û tekez kir ku heger êrîşî binesaziya Îranê bibe, Tehran dê di çarçoveya vê planê de navendên krîtîk ên Îsraîlê û binesaziya enerjiya Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn rasterast bike armanc.

Medyaya Amerîkî, di nav de kanala "CBS News", ragihand ku Washington û Tel Evîv li ser êrîşeke hevbeş a li dijî kargeh, parzûngehên petrolê û westgehên elektirîkê yên Îranê gotûbêjan dikin da ku Tehranê neçarî vegera ser maseya gotûbêjan bikin.

Rojnameya "New York Post" ji zarê berpirsekî Amerîkî ve guhest ku tevî van amadekariyên leşkerî, Trump hîn jî dixwaze di rêya dîplomasiyê re bigihîje rêkeftinekê.

Parve bike: