Cîhan
Îranê bi tohmeta sûîqesta Fexrîzade cezayê îdamê da 3 kesan
PeyamaKurd – Erka dadweriya Îranê ragihand ku sizayê îdamê li ser 3 kesên ku pêwendiya wan bi sûîqesta Pisporê Îranî yê Nukleerî Muhsîn Fexrîzade di sala 2020an de hebû, hatiye sepandin.
Berdevkê Erkê Dadweriya Bilind a Îranê Asgar Cîhangirî di civîneke rojnamevanî de eşkere kir ku, ji 8 kesên bi tohmeta sûîqesta Fexrîzade hatine girtin, li ser 3 kesan sizayê îdamê hatiye sepandin.
Cîhangirî îdia kir ku wan kesan alav û çekên bo sûîqestê dabîn kirine û sîxurtî kirine.
Îranê ji sûîqesta Fexrîzade ku 27ê Mijdara 2020an li bajarê Abserd ê Tehranê hatibû kuştin, Îsraîl tawanbar kiribû, lî Îsraîlê berpirsiya xwe eşkere nekiribû.
Hêjayî gotinê ye, Fexrîzade pisporekî xwedî roleke mezin bû, di bernameya nukleerî ya Îranê de.