Cîhan
Îranê cezayên nû yên Amerîkayê red kirin
PeyamaKurd - Îranê cezayên nû yên Amerîka ku pîşesaziya wê ya petrokîmawî kiribû armanc şermezar kirin û got ew diyar dikin ku serok Donald Trump ne rijd e li dor guftûgoyan.
Televîzyona dewletê îro Şemiyê ji ser zimanê peyvdarê wezareta derve Ebbas Mûsewî ragihand ku dibêje ev gav tê hesibandin wek “terora abûrî” û ew dikeve warê siyasetên din ên dijminahî yên Amerîka.
Roja Înê rêvebiriya Trump ceza dan ser kompaniya herî mezin a petrokîmawî ya Îranê, ji ber ku ew li gel nobedarên şoreşgerî yên Îranê kar dike, ku Koşka Spî di meha Nîsanê de ew wek rêxistineke terorîst binav kiribû.