TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê, daxuyaniya Amerîkayê wekî "provokatîf" pênase kir!

Ruken güler
Nivîskar
📅 23 nîsan 2023 21:00

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Îranê, daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ku bernameya leşkerî ya Tehranê dike hedef û sizayên nû yên Washingtonê yên di vî warî de wekî "provokasyon" pênase kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di daxuyaniyekê de li ser vê mijarê got, "Daxuyaniyên provokatîf ên Wezîrê Derve yê Amerîkayê di derbarê bernameya leşkerî ya Îranê de, tenê ji bo berdewamkirina bazarkirina çekên Amerîkî ye bi gurkirina projeya têkçûyî ya Îranofobiyê û nakokiyên navbera welatên navçeyê.”

Kenanî, berevanî li wê yekê kir ku bernameya leşkerî ya welatê wî tenê "berevanî û bergiriyê" ye û diyar kir ku ev yek ji bo tu welatekî ku hizra êrîşa li ser Îranê neke, nake armanc.

Her wiha Kenanî îdia kir ku pirsgirêkên li herêmê ji nêzîkatiyên Amerîkayê ne û wiha got: "Amerîka pêşniyaz dike ku dawî li helwestên xelet, destwerdanî û bêberpirsiyarî yên li hemberî herêmê bîne û rê bide pêvajoya xurtkirina îstiqrarê.”

Parve bike: