TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê endamên YPGê bi 22 salan ceza kirin!

Admin V
Nivîskar
📅 25 hezîran 2018 17:29

PeyamaKurd- Îranê du leşkerên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Urmiyê darizandin û di encamê de 22 sal cezayê girtîgehê dane wan.

Li gorî agahiyan 2 endamên YPGê di şerê Efrînê yê li dijî Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê de ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatibûn girtin. Hikûmeta Sûriyê ev her du leşkerên YPGê teslîmî dewleta Îranê kiribûn. Îranê ev her dû leşker darizandin û her yekî 22 sal cezayê girtîgehê dane wan.

Rêxistina Mafên Mirovan (Hengaw) ya li Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku endamê YPG yê bi navê M. A 27 salî ye û ji Bokanê ye û R.M. jî ji Urmiyê ye. Endamê bi navê M.A. 150 mîlyon kefalet dabû û neketibû girtîgehê de û niha jî hêvî dike ku dadgeh vî cezayî, bi paş de bikişîne.

Parve bike: