Cîhan
Îranê gef xwar: Em henekan nakin, emê tune bikin!
PeyamaKurd – Tetbîqata leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Çînê li Kendava Uman û Okyanûsa Hindê berdewam dike û Cîgirê Sererkanê Habîbullah Seyari li ser wê tetbîqatê daxuyanî da.
Seyarî gef li hemû hêzên li dorûbera qada tetbîqatê xuya bibin xwar û got, ew dê her cure wesayîtên keşfê tune bikin û henekan nakin.
Seyarî got, “Gelek welat dixwazin bizanin bê di tetbîqatê de çi dibe, lê em henekan nakin dê her cure wesayîtên deryayî û hewayî yên keşfê bên armanckirin û me berê jî ev nîşan dabû.”
Tetbîqata leşkerî ya hevbeş a hersê welatan heta 30yê vê mehê berdewam dike.