Îranê girtina Tengava Hurmuzê ragihand!
PeyamaKurd - Baregeha Xetam el-Enbiya, yekîneya Hêzên Çekdar ên Îranê ku şer dike, piştî êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser deverên derdora tengavê, girtina Tengava Hurmuzê ragihand.
Baregeha Xetam el-Enbiya derbarê Tengava Hurmuzê de daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniyê wiha got: "Ji ber bêewlehiya li herêmê, Tengava Hurmuzê niha ji bo her cûre keştiyan, di nav de tankerên petrolê û keştiyên bazirganî, girtî ye û her hewldanek ji bo derbasbûnê wê were astengkirin."
Piştî vê hişyariyê, Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan li du keştiyên ku hewl didan bi neqanûnî ji Tengava Hurmuzê derbas bibin xistiye.
Deryaya Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan li du keştiyên ku hewl didan bi neqanûnî ji Tengava Hurmuzê derbas bibin xistiye.
Di daxuyaniyek nivîskî de, Hêza Deryayî ya Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê diyar kir, "Du keştîyên ku hewl didan bi neqanûnî ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, hatin lêdan."
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî gelek hedefên li Îranê êrîşên "xweparastinê" dane destpêkirin û herêmên başûrê Îranê jî di nav hedefên êrîşên Amerîkayê de ne.