TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê hejmara kuştî û zirarên xwe eşkere kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 adar 2026 17:09

PeyamaKurd - Berdevka Hikûmeta Îranê Fatime Mohajeraniyê derbarê şerê bi Îsraîl-Amerîka re ku 28ê Sibatê dest pê kiriye de agahî dan. Hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîl-Amerîkayê de heta niha hezar û 332 kesan jiyana xwe ji dest daye û 3 hezar û 618 deverên niştecihbûnê û bazirganiyê bûne armanc.

Mohajeraniyê îro 6ê Adarê li Tehranê di civîneke rojnamevanî de axivî û Amerîka û Îsraîl bi armancgirtina sivîlan tometbar kir.

Fatime Mohajerani got, "Di roja heftemîn a şer de binesaziya bajaran, avahî, yekeyên niştecihbûnê, cihên werzişî û navendên tenduristiyê hatin armanckirin."

Mohajeraniyê li ser zirarên şer ev amar belav kirin: "Heta îro 3 hezar û 90 yekeyên niştecihbûnê, 528 cihên bazirganiyê û 13 navendên tenduristiyê ku 9 ji wan ên Heyva Sor in, ji aliyê dijmin ve hatine armanckirin."

Heyva Sora Îranê jî amarên nû yên qurbaniyên şer belav kir û ragihand, ji destpêka şer ve di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hezar û 332 kesan can daye ku ji sedî 30yê wan zarok in.

Berdevka Hikûmeta Îranê herwiha got ku stadyuma Azadiyê ya 12 hezar kesî û stadyuma Biesetê û çend cihên din ên werzişê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.

Parve bike: