TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê hêzeke din sand sînorên Azerbaycan-Ermenistanê

Admin H
Nivîskar
📅 06 mijdar 2020 23:25

PeyamaKurd – Îranê piştî çend rojan hêzeke din şand sînorên xwe yên digel Azerbaycan û Ermenistanê ku şerê Qerebaxa Çiyayî berdewam e.

Li gorî zanyariyên ajansa DPAyê dane, Îranê hêzeke teqwiye şand devera Kazvinê ku Tumena 16emîn a Zirxî li wir e dikeve sînorên bakurê rojhilatê Îranê.

Fermandarekî Îranê bi navê Elî Bûr ragihandiye, “Xeta sor a hêzên çekdarên Îranê ye ku ewlehî îstiqrara gelê Îranê dabîn bike.”

Meha borî jî Supaya Pasdarên Îranê hêzek şandibû sînorên Azerbaycan û Ermenistanê û bang li herdu aliyan kiribû şerê xwe dûrî sînorên Îranê bixin.

Parve bike: