Cîhan
Îranê hişyarî da DYAê: Heke şer derkeve, her baregehek dê bibe armanc
PeyamaKurd - Sekreterê Civata Bilind a Ewlehiya Niştimanî ya Îranê Muhsîn Rizayî, derbarê alozî û xetereya êrîşên nû yên Amerîkayê de peyamek belav kir û Washingtonê bi tundî hişyar kir.
Muhsîn Rizayî li ser hesabê xwe yê torên civakî ragihand: "Rêveberiya Amerîkayê eger li dijî Îranê şerekî nû bide destpêkirin, ji ROJHILATA NAVÎN (Asyaya Rojava) heta EWROPAYÊ her bargeheke leşkerî ku tevlî vê êrîşkarî û destdirêjiyê bibe, dê ji bo êrîşên kujer ên Îranê bibe armanceke rewa."
Rizayî tekez kir ku di senaryoyeke wisa de tu baregeh an stargehek ewle nîne û tu aliyek xwedî parêzbendî nabe.