Îranê hişyarî da Welatên Kendavê: Wê binesaziya enerjiyê bikin armanc
PeyamaKurd - Rêveberiya Îranê ragihand ku di encama êrişeke serbazî ya gengaz a ji aliyê DYAyê ve, ew ê wekî bersiv navend û binesaziyên krîtîk ên enerjiyê yên li welatên Kendavê bikin armanc.
Li gorî nûçeya ajansa Reutersê ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk, Tehranê di peywendiyên dîplomatîk de daye xuyakirin ku eger Washington êrişeke nû bike, hemû tesîsên stratejîk ên enerjiyê yên li herêmê dê bibine hedefa wan.
Ev hişyariya piştî wê yekê hat ku Serokê DYAyê Donald Trump di 28ê Tîrmehê de gefa tunekirina tora enerjiyê ya Îranê xwaribû.
Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Deryasayî yê Îranê Abbas Arakçî bi wezîrên derve yên Siûdiye, Tirkiye, Katar û berpirsên leşkerî yên Pakistanê re axivî û ji wan daxwaz kir ku zextê li ser Trump bikin da ku rê li ber aloziyeke berfireh bête girtin.
Ji aliyê din ve, Serokê DYAyê Donald Trump derbarê hevdîtinên bi Îranê re daxuyaniyek da û ragihand ku ew li ser vekirina Tengava Hurmuzê û dosyaya nukleerî di nav gotûbêjan de ne.
Trump di hevpeyvîneke televizyonî de diyar kir ku dîplomasî berdewam e, lê eger Tengava Hurmuzê di demeke nêz de neyê vekirin, Îran dê bi cezayên serbazî yên gelekî giran re rûbirû bimîne.