TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê ji bo cezayên aborî gef li welatên cîran xwar

Admin H
Nivîskar
📅 23 tebax 2026 13:40

PeyamaKurd - Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsin Rezayî, li ser daxuyaniya Serokê DYAyê Donald Trump a derbarê destpêkirina "şerê aborî" yê li dijî Îranê hişyariyeke tund da welatên herêmê.

Rezayî ragihand ku her welatê ku beşdarî cezayên aborî yên DYAyê bibe dê ji aliyê Îranê ve wekî "dijmin" bê qebûlkirin û got ku eger welatên cîran di vê mijarê de bi Washingtonê re hevkariyê bikin, ew ê rê nedin ku dilopeke petrolê jî di Kendavê an jî Tengava Hurmizê derbas bibe.

Rezayî bal kişand ser ku Tengava Hurmizê berovajî îdîayên Amerîkayê girtî ye û heta ku DYA tevgera xwe rast neke dê venebibe. Di heman demê de Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî jî biryara cezayan a DYAyê wekî gaveke dijî hiqûqa navneteweyî bi nav kir û destnîşan kir ku ti welat nikare saziyên aborî yên welatên din neçar bike ku bazirganiya xwe ya qanûnî rawestînin.

Parve bike: