TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê nasnameya êrîskarê teqîna Kirmanê eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2024 22:25

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wahîdî nasnameya êrîşkarekî xwekuj ê DAIŞê ku dema merasîma goristanê ya Qasim Suleymanî li bajarê Kirmanê xwe teqandibû eşekere kir.

Li gorî nûçeya ajansa ÎRNA ya fermî ya Îranê, Ehmed Wahîdî di civîneke rojnamevanî de ragihand, "Yek ji êrîşkaran Tacîk e û îhtîmal heye yê din jî wisa be."

Wahîdî herwiha gotiye, kesekî têkiliya wî bi êrîşan heye jî hatiye girtin.

Hêjayî gotinê ye, berpirsiya êrîşa Kirmanê DAIŞê li xwe girtibû û di wê êrîşa hefteya borî rû da de, 93 kes hatibûn kuştin û 284 kes jî birîndar bûbûn.

Parve bike: