TR KU SO
FB X
Cîhan

Îranê qebûl kir: Mosekên Zulfîkar û Fatih disîne Rusyayê!

Ruken güler
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2022 18:30

PeyamaKurd- Rayedarekî payebilind ê ku ji bo ajansa nûçeyan a Brîtanî Reutersê axivî, ragihand ku Îranê şandina moşekên Zulfîkar û Fatih a ji bo Rusyayê qebûl kiriye. Hat ragihandin ku rayedarên Îranê, xwe ji berpirsiyariya bikaranîna van moşekan jî dûr kirine.

Li gorî agahiyên ku rayedarên Îranê dane Reutersê, Tehran dê balafirên bêmirov ên kamikaze zêdetir bide Rusyayê û ligel vê şandina moşekên balîstîk ên Zulfîkar û Fatih jî qebûl kirine.

 Hat diyarkirin ku di pêvajoya nû ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê de Îran piştî balafirên bêmirov, niha jî di nav amadekariyan de ye ku ji rêya bejahî moşekên balîstîk bişîne Rusyayê. Hat eşkerekirin ku hin rayedarên din ên Îranê jî gotine ku

“Rusya daxwaza zêdetir balafirên bêmirov dike û di daxwaza moşekên balîstîk de jî bi taybetî daxwaza moşekên Zulfîkar û Fatih dike.

Her wiha hat ragihandin ku dîplomatekî Îranî jî gotiye ku

“Ev moşek li ku derê tên bikaranîn, bila bên bikaranîn ev ne pirsgirêka firoşkaran e. Em di şerê Ukrayna û Rusyayê de wekî Rojava ne alîgir in. Em dixwazin ev qeyran bi rêyên dîplomasiyê were çareserkirin.”

Hat zanîn ku dê ev moşek û balafir, di demeke nêz de bi 2 yan 3 seferan bên veguhestin.

Parve bike: