TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: Em ê veberhênana petrolê rojane derxin 3 milyon varêlî

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2026 16:01

PeyamaKurd – Wezareta petrolê ya Iraqê planekî amade kir ku di nav 2 mehan de hilberîna petrolê ya rojane derxe 3 milyon varêlî. Berdevkê wezaretê Selim Rukabi ji Rûdawê re ragihandiye ku şîrketên biyanî car din dest bi xebatên xwe kirine û li Basrayê rayedarên seha petrolê yên Rumeyle, hilberîna xwe dixwazin rojane derxin 550 hezar varêlî.

Berdevk Rukabi, gotiye ji bo hilberînê zêde bikin û bigihên asta berya şerê DYA-Îranê, wezaretê planekî amade kiriye û weha dewam kir:

“Wezareta me plan kiriye ku hilberîna xwe li gor plana îxracatê zêde bike û bigihê asta berya şerî. Hedefa me ku em di nav 2 mehan de bigihên hilberîna 3 milyon varêlî. Di asta niha de hedefa me bêhtir li ser sehayên hilberîna gazê (LPG) ye.”

Li gor agahiyên Rûdawê; rayedarên seha Rumeyle xwestine ku hilberînê 200 hezar varêlê din jî zêdetir bikin. Berê 350 hezar varêl hilberîna petrolê dibû lê eger daxwazê qebûl bikin, wê hilberîn derê 550 hezar varêlî.”

Rukabi behsa şîrketên di sehayan de xebatên xwe dewam dikin kir û got ku pêvajoya hilberînê dileze û dewam kir:

“Piraniya şîrketan bi taybetî şîrketên Çînî di sehayan de man. Her şîrketa ku amadekariya xwe ya teknîkî temam kir, ketin pêvajoya hilberînê.”

Li gor rêjeyên wezareta petrolê ya Iraqê; heya niha rojane hilberîna petrola Iraqê, li Herêma Kurdistanê û Iraqê 1,5 milyon varêle.

Parve bike: