TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | Hebûna baregehên Amerîkî tê nîqaskirin

Admin S
Nivîskar
📅 03 rêbendan 2019 17:20

PeyamaKurd - Li Iraqê derbarê derxistina hêzên Amerîkayê de nîqaş berdewam dikin. Parlamentoya Iraqê hewil dide Serokwezîr Adil Ebdulmehdî vexwîne parlamentoyê daku vê mijarê zelal bikin.

Li gor nûçeyan Parlemanterê ji Hevpeymaniya Çaksazî ya Iraqê Ebas Ilêwî ragihandiye ku li ser mijara hebûna hêzên Amerîkî li Iraqê, Parlemantoya Iraqê hewil dide mêvandariya Serokwezîr Adil Ebdilmehdî bike.

Beriya niha jî Adil Ebdilmehdî hebûna baregehên leşkerî yên Amerîka li Iraqê red kiribû, lê Encûmena Parêzgeha Enbarê jî xwestibû baregehên Amerîkayê bimînin û li dijî gotinên Ebdilmehdî derketibû.

Li aliyê din tê diyarkirin ku hejmarek ji parlemanterên Iraqê îmze kom kirine daku li parlamentoyê ew mijar bê nîqaşkirin û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê bê xwestin.

Parve bike: