TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: Heger avê qut bikin, em ê jî têkiliyên bazirganî bi Îran û Tirkiyê re qedexe bikin!

Admin H
Nivîskar
📅 10 hezîran 2022 19:05

PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakîm Zamilî, ragihand ku heger Îran û Tirkiye para Iraqê ya ava çeman serbest bernedin, ew ê jî bazirganiya bi herdu welatan re qedexe bikin.

Herwiha Zamilî da xuyakirin ku ew dê di Parlamentoya Iraqê de jî yasaya qedexekirina bazirganiyê ji bo Îran û Tirkiyê derxin û yên yasayê binpê bikin jî werin cezakirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, krîza hişkesaliyê û avê li Iraqê rû daye ku gelek caran Îran û Tirkiye jî ava çemên Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi ser wan de qût dike yan jî kêm avê berdide.

Hakîm Zamilî jî ji bo avê wekî şantaj bikar neyînîn û bi ser Iraqê de berdin, ev hişyarî da Îran û Tirkiyê û gefa qedexekirina bazirganiyê xwar.

Parve bike: