TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: Hewla xistina hukumeta Ali Falih Zeydi berteref kirine

Admin M
Nivîskar
📅 22 tebax 2026 11:22

PeyamaKurd – Tevgera Sadîqûn ku baskê siyasî yê Asayîb Ehlî Heq e, ragihand ku ji bo baweriya xwe ji hukumeta Ali Zeydi vekişînin komployekî hatiye danîn lê wê komployê têkbirine.

Li Iraqê, hukumeta Ali Falih Zeydi roja xwe ya sedî li paş hiştiye û aşkera bû ku li pişt perdê planekî hatiye kirin ku hukumetê bifelişînin. Lê ev hewla daxistina hukumetê hatiye têkbirin. Endamê buroya siyasî yê Tevgera Sadîqûnê Hasan Şeyxani ji Rûdawê re ragihandiye:

“Çend roj berê hewlekî ku xwestin baweriya xwe ji hukumetê vekişînin kirin, weka leystikekî leyîstin. Lê bi îzna Xwedê û desteka hinek terefên siyasî, hewla navborî har berterefkirin.”

Şeyxanî navê terefên ku xwestin hukumetê bixînin aşkera nekir lê planê çawa meşandine ragihand. Şeyxanî got plan li ser îstîfakirina 2 wezîran hatibû çêkirin û li hemberê plan çawa tevgeriyane weha ragihand:

“Me ji wan re aşkera weha got: ‘Eger hun gavekî weha bavêjin, ji bo jimara ku pêdiviya qanûn pê heye pêk nê, em ê ji bo 2 wezaretên ku şûna wan valane 2 navan deynin û baweriyê bistînin. Îstîfa her dû wezîrên we jî piştî sitendina baweriya her dû wezîran em ê qebûl bikin.”

Li gor qanûna Iraqê, ji bo encumena wezîran karibe bicive û biryarên rewa bide, divê ji 23 wezîran, ji nîvê wan yek zêde yanî 13 wezîr di civînê de amade bin.

Niha di hukumeta Iraqê de 14 wezîr baweriyê ji meclisa Iraqê sitendine û meqamên 9 wezaretan vala ne. Eger 2 wezîr îstîfa bikirina, wê jimara encumenan daketa 12an û hukumet nikaribû biryaran bide.

Şeyxanî li ser sedema berlêgirtina ketina hukumeta Iraqê got:

“Berjewendiya welat ne di krîza siyasî de ye û me bawer kir ku divê em derfetê bidin xebata hukumetê.”

Parve bike: