Cîhan
Iraq | Hêzên ewlekariyê li meydana Tehrîr hatin belavkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber xwepêşandanên dijî encamên hilbijartinan, îro Înê hêzên ewlekariya Iraqê li meydana Tehrîr a Bexdayê hatine belavkirin.
Li gorî zanyariyên medya iraqî îro ji danê sibehê ve ji bo pêşîlêgirtina xwepêşandaneke muhtemel, Hêzên Pêkanîna Qanûnê li paytexta Iraqê Bexdayê, li meydana ‘Tehrîr’ û li nêzî ‘Pira Komarê’ hatine belavkirin.
Hêjayî gotinê ye, doh aliyên nerazî ji encamên hilbijartinên Iraqê banga xwepêşandanekê bi diruşma “Ev În şansê dawî ye” kiribûn.