Iraq ji Amerîkayê sîstema bergiriya hewayî xwest
PeyamaKurd – Serokê DYA yê Donald Trump li Koşka Sipî pêşwaziya serokwezîrê Iraqê Ali Zaydi û heyeta pê re kir. Di hevdîtinê de li ser hevkariya aboriyê, hevkariya leşkerî ya bi Pentagonê re heya sîstema bergiriya hewayî ku dikeve çarçova hevkariya stratejik, li ser gelek mijaran axifîn.
Ali Zaydi, li Koşka Sipî, ji dahatûya aboriya Iraqê, rewşa mîlîsên çekdar heya ewlehiya seha hewayî li ser mijaran axifîn.
Di hevdîtina bi Trump ya li ofîsa Oval de wezîrê karên derve û wezîrê bergiriyê yê DYAyê jî hebûn. Ji aliyê Iraqê di şûna rayedarên leşkerî de rayedarên siyasî û bazirganî hebûn. Ev jî weka ku ‘Bexda di vê pêvajoyê de cîh dide geşepêdana aboriyê’ hat şirovekirin.
Zaydî sedema ku ewilî seradana Washingtonê kir weha rave kir:
“Ji me re mîrasekî mezin ya aboriyê ma. Pêdiviya Iraqê bi ortaxekî stratejik yekî weka DYAyê heye. Ev seredan ne tenê seredanekî nezaketêye lê ji bo pirsgirêkên darayî çareser bikin gavekî rastteqîne ye.”
Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ku li ser dahatûya grûbên milis yên çekdar pirsî, Trump got ku hêza berê ya Îranê li herêmê nemaye. Trump got:
“Rojhilata Navîn ji her wextî bêhtir hevgirtiye. Êdî Îran nikare desthilatê li Iraqê û welatên xwe yên cîran bike. Şiyanên Îranê yên leşkerî derbên mezin lê ketin. Ew rewşa tirsa berê bela bûye.”
Zaydi behsa pêwendiyên navbera Kurdistanê û Bexdayê kir û peyama hemahengiyê da û got:
“Iraq yek wûcûde û Herêma Kurdistanê perçeyekî ji vê wûcûdê ye ku jê venaqete.”
Heyeta Iraqê paşî çû Pentagonê û di civîna li Pentagonê nûnerê Herêma Kurdistanê û temsîla wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Tumgeneral Muhammed kiriye.
Li gor ragihandina Rûdawê; terefê Iraqê ji rayedarên Pentagonê desteka leşkerî û kirîna sîstema bergiriya hewayî xwestine.