TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq: Me pêngavên cidî avêtine, wê li nêzîk encamên wê bên dîtin

Admin H
Nivîskar
📅 15 mijdar 2022 00:06

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, piştî êrîşa îro 14ê Mijdarê ya Supaya Pasdarên Îranê bi ser Herêma Kurdistanê de got ku hikûmeta Bexdayê di asta bilind de li ser mijara destdirêjiyên ser axa Iraqê kar dike û wê di demeke nêzîk de encamên wê xuya bikin.

Ehmed Sehaf ji K24ê re daye xuyakirin, “Em dixwazin serweriya welat û asayîşa welatiyên me parastî be. Divê Iraq berevaniya serweriya xwe bike û em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku pabendî hevahengiya ligel Iraqê bin, çimkî berevajî vê yekê, tenê neqesamgîrî li navçeyê çêdibe.”

Sehaf herwiha daye zanîn: “Wezareta Derve ya Iraqê bi rêya Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve di asta bilind de kar li ser vê mijarê dike, me pêngavên cidî avêtine û di demeke nêz de jî em ê encama wan bibînin.”

Îro Duşemê danê sibê baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKİ) li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê bi moşekan hatin armanckirin. Di êrîşên îro 14ê Mijdarê de, 2 Pêşmerge şehîd bûn û 8 kesên din jî birîndar bûn ku dibe hejmar hîn zêdetir jî bibe.

Li aliyê din Ajansa nûçeyan a Farsê eşkere kiriye ku êrîş ji bajarê Urmiyê û ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatiye kirin û moşek û drone hatine bikaranîn.

Parve bike: