TR KU SO
FB X
Cîhan

Iraq | NY, ji bo lêkolînên komkujiyên DAISê budçeyeke mezin terxan dike

Admin S
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2018 18:32

PeyamaKurd - Komisyona Lêkolîna Komkujiyan a girêdayî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo lêkolînkirina komkujiyên DAIŞê yên li Iraqê dest bi xebatê dike.

Li gor nûçeya El Cezîreyê pisporê mafên mirovan Esed Ehmedhan ragihandiye ku dê Komisyona Lêkolînê ya Konseya Mafên Mirovan a NYyê di sala 2019an de dest bi xebatên lêkolînkirina komkujiyên DAIŞê bike û hikûmeta Iraqê jî piştgiriya xwe bo vê xebatê diyar kiriye.

Hat diyarkirin ku lêkolîna li ser komkujiyên DAIŞê ketiye rojeva NYyê û dê budçeyeke bi qasî milyon dolaran ji bo encamdana vê lêkolînê were terxankirin.

Ji sala 2014an ve li Iraq û Kurdistanê bi hezaran kes ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatin kuştin û heta niha 200 gorên komî hatine dîtin. Tenê 71 gorên komî li Şingalê derketine ku heta niha bi qasî 12 hezar termên kesên ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatine kuştin, hatine dîtin.

Parve bike: