Cîhan
Iraq seferên ji bo Belarûsê dide rawestandin
PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Iraqê ji ber krîza koçberên li ser sînorên Belarus-Polonyayê ragihand ku seferên raste rast yên ji bo Belarûsê wê bide rawestandin. Di daxwuyaniya wezaretê de weha hat gotin:
“Wê bi Belarûsê re seferên direkt bên rawestandin.”
Berê jî serokê konseya YA yê Charles Michel sipasiyê kiribû ku THY ji bo hemwelatiyên Iraq, Sûriye û Yemenê bilêtan nefirotibûn û wam negirtibûn balafiran.