Iraq û Îmaratê li hev kirin: Dîrhem
Peyama Kurd – Iraq û Îmaratê, li ser bazirganiya nav herdû welatan bi dîrhem bê kirin, li hev kirin.
Hat ragihandin ku di navbera Iraq û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) de ji 13ê Kanûna îsal bi şûn ve wê danûstandinên bazirganiyê bi pareyê dirhem bên kirin.
Banka Navendî ya Iraqê îro bi dawuyaniyekê ragihand ku ji bo hêsankirina şandina pare, fînans, bazirganî, henarde û hawirdeya navbera her du welatan, bi Koma Yekem Banka Ebû Zebî ya Îmaratê re peymanek hatiye îmzekirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Serokê Banka Navendî Alî Alak bi Koma Banka Yekemîn a Ebû Dabî re hevdîtinekê pêk anîye û li ser danûstandinên bazirganî û biyanî hatine nîqaşkirin.
Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji îro pê ve hemû şandin û danûstandinên bazirganî yên bi Îmaratê re wê bi pareyê dirhem bên kirin û hat gotin ku di qonaxa yekem de wê 5 bankên Iraqî beşdarî vê rêkeftinê bibin. Hate destnîşankirin ku di demên pêş de wê hejmara bankên ku beşdarî vê rêkeftinê bibin zêde bibe.
Banka Yekem a Abu Dhabi (FAB) yek ji mezintirîn û bihêztirîn dezgehên fînansê yên cîhanê ye û xwedî sermayeyeke nêzîkî 300 milyar dolarî ye.