Cîhan
Iraq û Pakistanê li ser vîze û pasaporta dîplomasiyê li hev kir
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku ji bo hilgirtina vîzeya dîplomasiyê Iraq û Pakistanê li hev kir.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên, îro Duşemê di civîneke rojnamevanî ya ligel Wezîrê Derve yê Pakistanê Bîlawal Boto Zerdarî de eşkere kir, pêwendiyên navbera Iraq û Pakistanê bihêz in û wan bihêzkirina pêwendiyên xwe gotûbêj kirine, bi taybetî di warê leşkerî de.
Fuad Husên eşkere kir, wan ligel Wezîrê Derve yê Pakistanê yadaşta hevtêgihiştinê li ser hilgirtina vîze û pasaporta dîplomasiyê îmze kiriye.
Wezîrê Derve yê Pakistanê jî got, armanca serdana wî ya Iraqê ji bo bihêzkirina pêwendiyan e û diyar kir, Iraq û Pakistan bi awayekî giştî di piştevanîkirina aştiya herêmê de beşdar bûne.