Iraq û Tirkiyeyê, li ser petrolê daxuyanî da
PeyamaKurd- Rayedarên Tirkiye û Iraqê, di derbarê herikîna petrolê de daxuyaniyeke hevbeş da.
Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ya Tirkiyeyê de hat gotin ku Wezîr Alparslan Bayraktar, di 22yê Tebaxa 2023yan de bi Alîkarê Serokwezîrê Iraqê yê ji bo Karûbarên Enerjiyê û Wezîrê Petrolê Hayan Abdulganî re hevdîtinek kiriye.
Hat diyarkirin ku wezîran li ser mijarên cuda yên dualî û herêmî bi taybetî jî xeta boriya nefta xav a Iraq û Tirkiyeyê axivîn û di derbarê vê hevdîtinê de wiha hat gotin:
“Wezîran tekîd li ser girîngiya xeta boriya nefta xav a Iraq û Tirkiyeyê ji bo herdu welatan kirin. Her wiha piştî xebatên kontrolkirin û parastinê yên ku piştî 6ê Sibata 2023yan hatin kirin, herikîna neftê ya ji xetê di zûtirîn demê de berdewam be.
Her wiha li ser awayên pêşdebirina hevkariyên di navbera Tirkiye û Iraqê de di warên neft û gaz û elektirîkê de enerjiya nûjen û bikêrhatina enerjiyê de nêrînên xwe bi hev re parve kirin.
Herdu wezîrên ku hevserokên Komîsyona Aborî ya Hevbeş a Tirkiye û Iraqê ne, biryar da ku di zûtirîn demê de 19emîn civîna Komisyonê li Bexdayê bê lidarxistin.”